Destûr nedan Bêkes Tunç biçe DMME’yê
- 13:57 9 Mijdar 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Danişîna serlêdanên qedexeyên derketina kolanan ên li Cizîrê li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dê bê dîtin. Dê malbata Tunç a ku du zarokên wan hatin kuştin jî biçin DMME’yê lê bes destûra çûna dayika Mehmet Tunç, Esmer Tunç û kurê Orhan Tunç, Bêkes Tunç ê 2 salî bi hêceta “rîska sitarebûnê” nehat dayîn.
Di navbera 2015-2016’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeyên derketina kolanan hatibûn îlankirin û ji 100 mirovî bêtir kes jiyana xwe ji dest dabûn. Parêzeran ji bo binpêkirina mafê mirovan ên li Cizîrê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Danişîna vê serlêdanê dê di 13’ê mijdarê de li DMME’yê bê dîtin.
Lê encax destûra çûyîna hin kesên dixwazin biçin beşdarî danişînê bibin nehat dayîn.
Malbata Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û birayê wî Orhan Tunç ên ku di jêrzemînan de hat kuştin jî biçin danişînê. Dayik Esmer Tunç û kurê Orhan Tunç, Bêkes Tunç jî dê beşdarî danişînê bibin.
Li ser navê malbatan parêzer Ramazan Demîr ê ku serî li DMME da, vê agahiyê di hesabê xwe yê Twîtterê de parve kir. Parvekirina Demîr wiha ye: “Danişîna Cizîrê dê roja înê li DEMM’yê bê dîtin. Lê Sefaretxaneya Fransa ya li Enqereyê bi hêceta “rîska sitarebûnê ya malbatî” çûyîna Esmer Tunç û Bêkes Tunç 2 salî red kir û destûra vîzeyê neda malbatê. Bêkes nikare were danişîna bavê xwe.”