'Tirkiye bi êrîşên xwe wekheviyê û jiyana hevbeş hedef digire'
- 09:11 9 Mijdar 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Cîgira Hevseroka Kantona Hesekê Meha Ibrahîm Şabo diyar kir ku Tirkiye bi êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê wekheviyê û jiyana hevbeş hedef digire û got ku divê ev êrîşana bi dawî bê.
Derbarê êrîşên tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê Cîgira Hevseroka Kantona Hesekê Meha Ibrahîm Şabo bi lêv kir ku bi van êrişan zarok hedef tên girtin û wiha got:"Malên mirovan ten talankirin û jiyana wan hedef tê girtin. Ev hovîtî ye, divê tirkiye dawî li vê hovîtiyê bîne."
'Bi êrîşan îradeya azad têk naçe'
Mehayê da zanîn ku Saray ku 6 salî bû bû qurbanê berjewendiyên siyasî û wiha got:"Divê hêzên navneteweyî dev ji berjewendiyên siyasî berden û nebin sedema kuştina zarokan. Ew ê bi êrîşan nikaribin îradeya azad a gelan têk bibin. Li dijî binpêkirina mafên mirovan ên ku ji aliyê tirkiyeyê tê kirin divê hemû cîhan dengê xwe bilind bikin."
'Ji bo hovîtiya xwe veşêrin rojnamegeran hedef digirin'
Mehayê da zanîn ku ji bo tirkiye pêkanînên ku dike veşêre rojnamegeran hedef digire û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Tirkiye bi êrîşên xwe dibe sedema binpêkirina mafên mirovan û di nava vê yekê de rojnameger jî hedef tên girtin. Tirkiye ji bo qirêjiya ku dike veşêre rojnamegera hedef digire. Tirkiye bi êrîşên xwe wekheviyê û jiyana hevbeş hedef digire. Malên mirovan ten talankirin û jiyana wan hedef tê girtin. Ev hovîtî ye, divê tirkiye dawî li vê hovîtiyê bîne."