Jinên Ereb: Bi berxwedana jinan em ê Efrînê ji dagirkeriyê xelas bikin
- 09:05 23 Cotmeh 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Jinên pêkhateyên Ereb nêrazîbûn nîşanî êrîş û dagirkirina ser Efrînê dan û gotin ku tenê hêza jinan dikare ku Efrînê azad bike.
Piştî êrîşên ser Efrînê gel neçar man û bi hezaran kes ji ber êrîşan ser xaka xwe koçber bûn. Jinên Efrînê nêrazîbûn nîşanî bêdengiya li hemberî êrîş û koçberkirina ser Efrînê dan û gotin ku bi vîn û hêza jinê dê Efrîn bê rizgarkirin.
' Ji hêza jinan ditirsin '
Jina bi navê Sena Casim diyar kir ku desthilatdar ji hêza jinan ditirsin lewma dema êrîş dike di destpêkê de jinan hedef digire û wiha got: " Dewleta Tirk û çeteyên wê dema êrîşî Efrînê kir, di destpêkê de jin hedef girt ji ber ku ji hêza jinan ditirsin. Ji ber ku jinan di şoreşa Rojava de hêza xwe nîşanî hemû cîhanê dan. Ji ber wê êrîşên xwe her roj zêdetir dikin. Bang li hemû jinan dikim ku ji bo rizgarkirina Efrînê têbikoşin. Em êli ser piyan bin heya ku Efrîn ji dagirkeriyê xelas dibe."
'Ji êrîşên ser Efrînê Dewletên Navnetew berpirsyar û sûcdar in '
Jina bi navê Yisra Îsa êrîşên ku ji aliyê hikûmeta tirk ve pêk hatin şermezar kirin û wiha axivî;"Darên zeytûnan bi keda gelê Efrînê ve hatiye avdan. Keda mirovan jî xwedî nirx e. Îro dewleta Tirk keda mirovan binpê dike û daran dişewitîne. Em wekî jinên ereb di van êrîşan de saziyên mafê mirovan û dewletên navnetewî sûcdar dibînin ku heya niha bêdeng mane . Bi yekîtiya kurd û hêza kurd em ê xwedî li Efrînê derkevin û ji dargirkerî, serdestiyê xelas bikin ."