Li Şemzînanê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê
- 16:39 15 Mijdar 2024
- Rojane
COLEMÊRG - TJA li Şemzînanê bi daxuyaniyeke starta çalakiyên 25'ê Mijdarê da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê li dijî her cûre êrişên li hemberî jinan li qadan bin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Şemzînan a Colemêrg starta çalakiyên 25'ê Mijdarê da. Derbarê startê de li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ji bo jiyanek azad û wekhev bi biryar in" û “Em li dijî mêr-dewletê, serî hildidin, li kêleka hev in” hat vekirin. Metna daxuyaniyê ji hêla hevseroka DEM Partî ya Colemêrgê Humeyra Armut ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de Humeyra Armut axivî û got: "Li hemberî şîdetê têkoşîna xwe didomînin. Êrişên li hemberî destkeftiyên me, mafên me, azadiya me û jiyana me her ku diçe zêde dibe. Em ê 25'ê Mijdarê li qadan bin û li dijî her cure êrişan berxwedana xwe bidomînin. Em ê bi hev re, bi rêxistinên jinan li qadan bin."
Di daxuyaniyê de çalakiyên ku bên lidarxistin wiha hatin rêzkirin;
“*19'ê Mijdarê dê kart ji girtiyên siyasî re bên şandin.
* 23'yê Mijdarê dê li Geverê panelek derbarê şîdeta li hemberî jinê bê lidarxistin.
* 25'ê Mijdarê dê li Colemêrgê meş bê lidarxistin û dû re daxuyanî bê dayîn."