Çalakiyên bîranînê yên jinên hatine qetilkirin

  • 15:31 15 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Îzmîrê de, ji bo Denîz Poyraz a di sala 2021'ê de li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin, çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Li Wanê Meclîsa Jinê ya TJA û DEM Partiyê ya Wanê jinên di rêyên koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê jinên li Îzmîr û Wanê hatin qetilkirin bi bîr anîn.
 
Îzmir  
 
Meclisa Jinan a TJA û DEM Partiyê ya Îzmîrê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de, Denîz Poyraz a di 17'ê Hezîrana 2021'ê de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê hat qetilkirin, bi bîr anîn. Jin li ber avahiya  DEM Partiyê ya li Îzmîrê li hev civiyan û gotin, “Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin." Jinan pankarta  "Denîz Poyraz serhildana me ye " hilgirtin. Jinan gelek caran dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Denîz Poyraz serhildana me ye" berz kirin. Siyasetmedar Sebahat Tuncel, Parlamentera Îzmîrê ya DEM'ê Burcugul Çubuk û gelek jin tevlî bîranînê bûn.
 
Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz li vir axivî û diyar kir ku jin jiyan in û ji ber vê yekê jinên hatine qetilkirin nemirin û wiha got: “Bila nefikirin ku dê jinan tine bikin. Her ku jin tên qetilkirin, têkoşîna jinan jî mezin dibe."
 
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk axivî û diyar kir ku jin li her derê bi tundiyê re rû bi rû ne û yên ku şîdetê dikin jî bi polîtîkayên bêcezakirinê tên xelatkirin.
 
Aktivîsta TJA'yê Sebahat Tûncel bang li hemû jinan kir û got, “Erka me ye ku em ji vê zilma ku li ser me tê kirin re bêjin raweste. Ew nikarin rastiyê bi hêsanî veşêrin."
 
Bibîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
Wan 
 
TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Wanê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de ji bo jinên koçber li goristana bêkesan a li Taxa Seyrantepe ya navçeya Tûşba ya Wanê bernameya bîranînê li dar xist. Meclisa Dayikên Aştiyê û rêveberên navçeyên DEM Partiyê beşdarî bîranînê bûn.
 
'Ji bo jiyaneke nû bidomînin ketin rêyên koçberiyê'
 
Di bîranînê de Hevseroka bajêr a DEM Partiyê Gulşen Kurt  diyar kir ku di çarçoveya 25’ê Mijdarê de hatin cem hev. Gulşen Kurt, diyar kir ku ew jinên penaber ên di rêyên koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û wiha got: “Weke hûn jî dizanin, mixabin ji ber şerên ku hêzên emperyalîst li gelek deverên cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn dane destpêkirin, gel koç dike. Yên ku herî zêde di rêyên koçberiyê de zirarê dibînin jin û zarok in. Weke ku tê zanîn Wan bajarekî sînor e, lewma jî rêya derbasbûna koçberan e. Gelek koçber di rê de jiyana xwe ji dest didin ku jiyana xwe ya nû bihêlin."
 
Piştî daxuyaniyê bernameya bîranînê bi dawî bû.