1'emîn konferansa Saziya Malbatên Şehîdan bi dawî bû
- 17:52 19 Cotmeh 2018
- Rojane
MINBIC - konferansa 1'emîn ya malbatên şehîdan ya Bajarê Minbicê ku di bin duruşmeya "Şehîdên me çirûska azadiyê pêxistin û şopandina rêya wan misogeriya avakirina civaka demokratîk û azad e" ji sibehê ji saet 9'an ve destpê kir bû bi dawî bû.
Piştî nîqaşên konferansê rêziknamaye saziyê ji aliyê hevserokê saziya malbatên şehîdan ya kobanê Erif El-Balî ve hat xwendin. Di rêziknameyê de sembol, nav, armanc,rêveberiya meclisê,danasîna şertên endamtiyê taybetmendiyên mafê endaman, karê perwerdeya meclisê û karê desteyan hate diyar kirin. Her wiha bendên karê meclisê yek bi yek ji aliyê delgeyan re hate parvekirin.
Meclisa Malbatên şehîdan ji 11 kesan hat hilbijartin û soza berpisiyarê hat dayîn. Axaftina bi dawîkirina konferansê ji hêla Zîlan Heleb ve hat kirin. Zilanê diyar kir ku ew ê her li ser şopa şehîdên xwe bin û ew ê dest bi kar û xebatekê nûh bikin û têkoşîna xwe bidomînin.
Konferans bi dirûşma "bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd" bi dawî bû.