Meşa meşaleyî ya jinan: Em îtaat nakin

  • 22:55 15 Mijdar 2024
  • Rojane
MÊRSÎN - Li gel astengiyên polîsan jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” meşiyan û gotin, “Em bi têkoşîna xwe ya bi cesareta ku ji hev distînin tarîtiyê ronî dikin. Em guh nadin bav, mêr, patronan.”
 
Platforma Jinan a Mêrsînê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de ji Pozcu Koton heta Guvenler Sitesi bi sernavê "Em bi têkoşîna xwe tarîtiyê ronî dikin" meşeke meşaleyî li dar xist.
 
Meşa ku gelek jin lê amade bûn ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Tevî astengiyê jî jinan bi dirûşmeyên "Em bêdeng namînin, natirsin, serî natewînin", "Jin jiyan azadî" û "Jin dimeşin, têkoşîn mezin dibe" meşiyan.
 
Jinên ku piştî demeke kurt dîsa hatin astengkirin, tevî gefên polîsan ên "Em ê der barê we de lêpirsînê vekin" jî meşa xwe ya bi dirûşma "Em ê serî li ber gefan natewînin" dewam kirin. Girseyê piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê da.
 
Piştî daxuyaniyê banga tevlîbûna meşa ku wê 25'ê Mijdarê saet 18:30'î li kolana Kuşîmato ya navçeya Yenîşehîra Mêrsînê bê lidarxistin hat kirin.
 
Dû re çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.