Xebatên mîtîngê heta saetên dereng dewam kirin

  • 22:54 15 Mijdar 2024
  • Rojane
SÊRT/ÊLIH - "Mîtînga Demokrasî û Azadiyê" ya ku di 17'ê Mijdarê de li Êlihê tê lidarxistin, li her qadê bê kêmasî dewam dike û ji gelê Sêrtê hat xwestin ku li dijî bêhiqûqiyê bên mîtîngê û bertek nîşan bidin.
 
Bangên tevlîbûna mîtînga "Demokrasî û Azadî" ya ku wê di 17'ê Mijdarê de li Êlihê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve bê lidarxistin, dewam dikin. Parlamentera Sêrtê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sabahat Erdogan Saritaş, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Sêrtê li kolanên Aydinlar û Guresê belavok belav kirin û banga tevlîbûna mîtîngê kirin.
 
Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê Eşref Tekîn li vir axivî û diyar kir ku bi awayekî sîstematîk êrîş li ser îradeya gelê Kurd tê kirin û bang li gelê Sêrtê kir ku li hemberî vê bêhiqûqiyê bertekên xwe biherikin Êlihê.
 
Bi şev û roj xebat
 
Li Êlihê jî heyetek qelebalix ku di nav de parlamenterên DEM Partiyê, Hevşaredarên Êlihê Gulîstan Sonûk, Yeşîl Işik, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Dayikên Aştiyê pêk dihat, çûn serdana taxên bajêr. Di van serdanan de banga tevlîbûna mîtîngê hate kirin.