1'emîn konferansa Saziya Malbatên Şehîdan bi dawî bû 2018-10-19 17:52:39   MINBIC - konferansa 1'emîn  ya malbatên şehîdan ya Bajarê Minbicê ku di bin duruşmeya "Şehîdên me çirûska azadiyê pêxistin û şopandina rêya wan misogeriya avakirina civaka demokratîk û azad e"  ji sibehê ji saet 9'an ve destpê kir bû bi dawî bû.   Piştî nîqaşên  konferansê  rêziknamaye saziyê ji aliyê hevserokê saziya malbatên şehîdan ya kobanê Erif El-Balî ve hat xwendin. Di rêziknameyê de sembol, nav, armanc,rêveberiya meclisê,danasîna şertên endamtiyê  taybetmendiyên mafê endaman, karê perwerdeya meclisê û karê desteyan hate diyar kirin. Her wiha bendên karê meclisê yek bi yek ji aliyê delgeyan re hate parvekirin.    Meclisa Malbatên şehîdan ji 11 kesan hat hilbijartin û soza berpisiyarê hat dayîn. Axaftina bi dawîkirina konferansê ji hêla Zîlan Heleb ve hat kirin. Zilanê diyar kir ku ew ê her li ser şopa şehîdên xwe bin û ew ê dest bi kar û xebatekê nûh bikin û têkoşîna xwe bidomînin.    Konferans bi dirûşma "bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd" bi dawî bû.