Serokên Malagel birin edliyeyê

  • 12:02 18 Cotmeh 2018
  • Rojane
ENQERE - Serokên Malagel, birin Edliyeya Enqereyê.
 
Di encama êrîşên li Ser şaxên Malagel ên di 16'ê  Cotmehê de 4 serokên Malagel ku hatin binçavkirin derxistin Edliyeya Enqereyê. Seroka Şax Malagel ya Eryamanê Şenay Yilmaz Guner, ya Tuzluçayirê Dîlara Doganbaş, ya Keçeorenê Kiymet Şebnem Yar û ya Mutluyê Seher Gumuşsay ku ji sûcê "Propagandaya rêxisitnê" tên darizandin, delîlê di dosyayên wan de tenê wêneyê Mahîr Çayan, Ulaş Bardakçi û Denîz Gezmîş e. 
 
Kesên ku hatin binçavkirin duh piştî ku îfadeyên wan li emniyetê hatin girtin îro di saetên serê sibehê de şandin Edliyeya Enqereyê ya li Sihiyeyê.