Serokên Malagel birin edliyeyê 2018-10-18 12:02:20   ENQERE - Serokên Malagel, birin Edliyeya Enqereyê.   Di encama êrîşên li Ser şaxên Malagel ên di 16'ê  Cotmehê de 4 serokên Malagel ku hatin binçavkirin derxistin Edliyeya Enqereyê. Seroka Şax Malagel ya Eryamanê Şenay Yilmaz Guner, ya Tuzluçayirê Dîlara Doganbaş, ya Keçeorenê Kiymet Şebnem Yar û ya Mutluyê Seher Gumuşsay ku ji sûcê "Propagandaya rêxisitnê" tên darizandin, delîlê di dosyayên wan de tenê wêneyê Mahîr Çayan, Ulaş Bardakçi û Denîz Gezmîş e.    Kesên ku hatin binçavkirin duh piştî ku îfadeyên wan li emniyetê hatin girtin îro di saetên serê sibehê de şandin Edliyeya Enqereyê ya li Sihiyeyê.