Ji bo zarokên xwendekar li Hesekê şahî hat lidarxistin

  • 11:49 17 Cotmeh 2018
  • Rojane
HESEKÊ - Bi boneya vekirina dibistanê îro Tevgera Çand û Hunerê şahî ji bo zarokên dibistanên Bajarê Til Temir a kantona Hesekê li dar xist.
 
Bi boneya vekirina dibistan û kêfxweşiya zarokan, îro Tevgera Çand û Hunerê ya Til Temirê çalakiyên xwe li dibistanên Bajarê Til Temirê ya Kantona Hesekê dewam dike. Di çarçoveya van çalakiyan de îro jî li dibisatana Nayif Salim û Sêf Dewle şahiyek ji zarokên xwendekar re hate lidarxistin. Zarokên xwendekar û mamosteyên zimanê kurdî bi kêfxweşî tevlî şahiyê bûn.
 
Koma kulîlkên Kurdistanê çend stranên şoreşgerî ku li ser berxwedana Serdemê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û zimanê dayikê gotin.
 
Piştî pêşkêşkirina stranan zarokên xwendekar û mamosteyên zimanê kurdî bi hevre govend gerandin.