Ji bo zarokên xwendekar li Hesekê şahî hat lidarxistin 2018-10-17 11:49:12   HESEKÊ - Bi boneya vekirina dibistanê îro Tevgera Çand û Hunerê şahî ji bo zarokên dibistanên Bajarê Til Temir a kantona Hesekê li dar xist.   Bi boneya vekirina dibistan û kêfxweşiya zarokan, îro Tevgera Çand û Hunerê ya Til Temirê çalakiyên xwe li dibistanên Bajarê Til Temirê ya Kantona Hesekê dewam dike. Di çarçoveya van çalakiyan de îro jî li dibisatana Nayif Salim û Sêf Dewle şahiyek ji zarokên xwendekar re hate lidarxistin. Zarokên xwendekar û mamosteyên zimanê kurdî bi kêfxweşî tevlî şahiyê bûn.   Koma kulîlkên Kurdistanê çend stranên şoreşgerî ku li ser berxwedana Serdemê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û zimanê dayikê gotin.   Piştî pêşkêşkirina stranan zarokên xwendekar û mamosteyên zimanê kurdî bi hevre govend gerandin.