'Ew ê nikaribin gavê bi jinan paş bide avêtin'
- 17:29 15 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED - Rêxistina Navçeyê ya Sûrê ya HDP'ê bertek nîşanî girtina 25 kesî da û diyar kir ku ew ê nikaribin gavê bi jinan paş bide avêtin.
Hevserokatiya Navçeyê ya Sûrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê operasyona binçavkirinê ya ku di 9'ê Cotmehê de li dijî rojnameger û siyasetmedaran pêk hat de daxuyanî da. Hevseroka Navçeyê ya HDP'ê Sevim Coşkun daxuyanî xwend û got ku di operasyonan de bi taybet jin hedef hatin girtin.
'Dê jin dev ji têkoşîna xwe bernedin'
Sevimê da zanîn ku operasyon di dîroka 9'ê Cotmehê de pêk hatiye û ev yek ne tesaduf e û got:"Lêgerîna tazî jî li jinan hat ferzikirin. Ev êrîşên dewletê li dijî rêxistinbûyina jinê ye. Tevî hemû zordestiyan ew ê nikaribin gavê bi jinan paş bide avêtin. Têkoşîna jinê dê bidome."
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî " bi dawî bû.