'Ew ê nikaribin gavê bi jinan paş bide avêtin' 2018-10-15 17:29:15   AMED - Rêxistina Navçeyê ya Sûrê ya HDP'ê bertek nîşanî girtina 25 kesî da û diyar kir ku  ew ê nikaribin gavê bi jinan paş bide avêtin.   Hevserokatiya Navçeyê ya Sûrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê operasyona  binçavkirinê ya ku di 9'ê Cotmehê de li dijî rojnameger û siyasetmedaran pêk hat de daxuyanî  da. Hevseroka Navçeyê ya HDP'ê Sevim Coşkun daxuyanî xwend û got ku di operasyonan de  bi taybet jin hedef hatin girtin.    'Dê jin dev ji têkoşîna xwe bernedin'   Sevimê da zanîn ku operasyon  di dîroka 9'ê Cotmehê de pêk hatiye û ev yek ne tesaduf e û  got:"Lêgerîna tazî jî li jinan hat ferzikirin. Ev êrîşên dewletê li dijî rêxistinbûyina jinê ye. Tevî  hemû zordestiyan ew ê nikaribin gavê bi jinan paş bide avêtin. Têkoşîna jinê dê bidome."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî " bi dawî bû.