Li Erdexanê zarokekê jiyana xwe ji dest da

  • 11:20 12 Cotmeh 2018
  • Rojane
ERDEXAN - Li Erdexanê hat îdiakirin ku zaroka 9 salî ya bi navê Zerrin Koç li dibistanekê di bin dolaba ku qelibiye de maye û jiyana xwe ji dest daye.  
 
Li Dibistana Navîn a Kazim Karabekir a Erdexanê hat îdiakirin ku zaroka 9 salî ya bi navê Zerrin Koç di bin dolaba ku qelibiye de maye û jiyana xwe ji dest daye. Zerrini rakirin nexweşxaneya Dewletê û wê li wir jiyana xwe ji dest da. 
 
Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.