Li Erdexanê zarokekê jiyana xwe ji dest da 2018-10-12 11:20:00   ERDEXAN - Li Erdexanê hat îdiakirin ku zaroka 9 salî ya bi navê Zerrin Koç li dibistanekê di bin dolaba ku qelibiye de maye û jiyana xwe ji dest daye.     Li Dibistana Navîn a Kazim Karabekir a Erdexanê hat îdiakirin ku zaroka 9 salî ya bi navê Zerrin Koç di bin dolaba ku qelibiye de maye û jiyana xwe ji dest daye. Zerrini rakirin nexweşxaneya Dewletê û wê li wir jiyana xwe ji dest da.    Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.