ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2018'AN YENÎ
- 09:00 9 Cotmeh 2018
- Rojev
*Derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Jinên Til Temirê gotin:"Heger tecrîd ranebe dê qeyran kûrtir bibe." DÎMEN HEYE
*Dayikên ku li Sûriyeyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn diyar kirin ku komploya navneteweyî li dijî aştî û azadiyê pêk hatiye û gotin:"Bi rihê serîhildanê komplo negihaşt armanca xwe. Dê serîhildan her bidome."DÎMEN HEYE
*Endama Rêveberiya Jinên Ciwan a Hesekê Noşîn Îbrahîm derbarê zewaca di temenê biçûk de got:"Zewaca di temenê biçûk de xetereyek mezin e. Ji bo pêşî lê bê birîn têkoşînek hevpar divê." DÎMEN HEYE
*Psîkolog Sevgî Turkmen diyar kir ku mirov êdî hem di alî rih û hem jî di alî fizîkî de tengezar bûne, riya ku jê derkevin jî tune ye û got: “Ji ber krîza aborî welatî ber bi întîxarê ve diçin. Întîxar wek ‘nexweşiya pîskolojîk’ bi civakê didin qebûlkirin, lê berpirsên esas li pişt perdeyê tên hiştin.”
* Li Tirkiyeyê krîza aborî her ku diçe berfireh dibe û li ser hemû qadên civakê bandoreke neyînî dike. Buhabûna dolar re qumaşên kiras û fîstanan jî bûha bûn û froşkarên kiras û fîstanan diyar kirin ku mîna salên berê wan îsal kiras û fîstan zêde nefirotine. DÎMEN HEYE
*Halîme T. diyar kir ku girtiyên li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, hewcedariyên wan yên revîr, xwarin, şexsî û qada hevpar pêk nayên û got: “Girtî dixwazin dengê xwe bidin bihistin. Di demên dawî de zext pir zêde bûne.
*Endama Şuraya DÎK’ê Aynur Tîmur da zanîn ku erdnîgariya Îslamî di gola xwînê de ye û li aliyê din jî cil û bergên jinan, serîgirtina jinan û servekirîbûna jinan tê nîqaşkirin û got: “Ne jina serî girtî an jî serî vekirî, jina serî ditewîne dixazin. Jinên ku serî ditewînin, îtîraz nakin dixwazin. Yên muxalîfê vê rewşê jî hedef tên girtin.” BI DÎMEN
*Hevberdevka KCD’ê ya Amedê Zelal Bîlgîn der barê salvegera derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê de axivî û diyar kir ku komploya navneteweyî di 20’emîn salvegera wê de carek din hewl tê dayîn ku bikeve jiyanê.
Di ser komkujiya Gara Trînê re 3 sal derbas bû û doza ku 56 runiştin berdewam kir de tenê 9 gumanbarî ceza girt. Mehmet Sakîncî Coşkun û Emel Kîtapçi ku di 10’ê cotmehê de hevjînê xwe winda kirin, ji wê rojê heta niha edeletê dixwazin û gotin wê ev doz ji mahşerê re nemîne.