ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2018'AN YENÎ 2018-10-09 09:00:00   *Derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Jinên Til Temirê gotin:"Heger tecrîd ranebe dê qeyran kûrtir bibe." DÎMEN HEYE   *Dayikên ku li Sûriyeyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn diyar kirin ku komploya navneteweyî li dijî aştî û azadiyê pêk hatiye û gotin:"Bi rihê serîhildanê komplo negihaşt armanca xwe. Dê serîhildan her bidome."DÎMEN HEYE   *Endama Rêveberiya Jinên Ciwan a Hesekê Noşîn Îbrahîm derbarê zewaca di temenê biçûk de got:"Zewaca di temenê biçûk de xetereyek mezin e. Ji bo pêşî lê bê birîn têkoşînek hevpar divê." DÎMEN HEYE   *Psîkolog Sevgî Turkmen diyar kir ku mirov êdî hem di alî rih û hem jî di alî fizîkî de tengezar bûne, riya ku jê derkevin jî tune ye û got: “Ji ber krîza aborî welatî ber bi întîxarê ve diçin. Întîxar wek ‘nexweşiya pîskolojîk’ bi civakê didin qebûlkirin, lê berpirsên esas li pişt perdeyê tên hiştin.”   * Li Tirkiyeyê krîza  aborî her ku diçe berfireh dibe û  li ser hemû qadên civakê bandoreke neyînî dike. Buhabûna  dolar re qumaşên kiras û fîstanan jî bûha bûn  û froşkarên kiras û fîstanan diyar kirin ku mîna salên berê wan îsal kiras û fîstan zêde nefirotine.  DÎMEN HEYE   *Halîme T. diyar kir ku girtiyên li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, hewcedariyên wan yên revîr, xwarin, şexsî û qada hevpar pêk nayên û got: “Girtî dixwazin dengê xwe bidin bihistin. Di demên dawî de zext pir zêde bûne.   *Endama Şuraya DÎK’ê Aynur Tîmur da zanîn ku erdnîgariya Îslamî di gola xwînê de ye û li aliyê din jî cil û bergên jinan, serîgirtina jinan û servekirîbûna jinan tê nîqaşkirin û got: “Ne jina serî girtî an jî serî vekirî, jina serî ditewîne dixazin. Jinên ku  serî ditewînin, îtîraz nakin dixwazin. Yên muxalîfê vê rewşê jî hedef tên girtin.” BI DÎMEN   *Hevberdevka KCD’ê ya Amedê Zelal Bîlgîn der barê salvegera derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê de axivî û diyar kir ku komploya navneteweyî di 20’emîn salvegera wê de carek din hewl tê dayîn ku bikeve jiyanê.   Di ser komkujiya Gara Trînê re 3 sal derbas bû û doza ku 56 runiştin berdewam kir de tenê 9 gumanbarî ceza girt. Mehmet Sakîncî Coşkun û Emel Kîtapçi ku di 10’ê cotmehê de hevjînê xwe winda kirin, ji wê rojê heta niha edeletê dixwazin û gotin wê ev doz ji mahşerê re nemîne.