'Ez bi zarokên xwe serbilind im'
- 09:19 6 Cotmeh 2018
- Rojane
Stêrvan Bêrîtan
MINBIC - Amîna Mihemed a ku lawekî wê di encama êrîşên li dijî DAÎŞ'ê jiyana xwe ji dest da û niha 4 zarokên wê yên din jî li dijî DAÎŞ'ê şer dike got:"Ez bi zarokên xwe serbilind im. Ji bo çeteyên DAÎŞ'ê bi dawî bibin ez ê heta dawî bi têkoşîna zarokên xwe re bim."
Amîna Mihemed a 53 salî ku lawekî wê di encama êrîşên li dijî DAÎŞ'ê jiyana xwe ji dest da û niha 4 zarokên wê yên din jî li dijî DAÎŞ'ê şer dike got:"DAÎŞ bi tevgerên dijmirovî û bi awayekî hovane bû sedema qetilkirina gelek mirovan. Niha zarokên min li dijî hovdariya DAÎŞ'ê li ber xwe didin. Dilê min bi têkoşîna wan lê dide."
Amîna Mihemed got:"Kurên min gotin em tola xwe li erdê naxin û niha li dijî dijminê mirovatiyê li dijî DAÎŞ'ê li berxwe didin. Em ê dev ji axa xwe bernedin û li ba têkoşîna zarokên xwe cihê xwe bigirin. Kurê min ê ku ji ber mayinên DAÎŞ'ê jiyana xwe ji dest da her dem digot ez ê ji bo axa xwe şehîd bikevim. Ji bo axa xwe gelê xwe wî şer kir û şehîd ket."
'Ez bi zarokên xwe serbilind im'
Amineyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez bi zarokên xwe serbilind im. Ji bo çeteyên DAÎŞ'ê bi dawî bibin ez ê heta dawî bi têkoşîna zarokên xwe re bim. DAÎŞ bi tevgerên dijmirovî û bi awayekî hovane bû sedema qetilkirina gelek mirovan. Niha zarokên min li dijî hovdariya DAÎŞ'ê li ber xwe didin. Dilê min bi têkoşîna wan lê dide."