'Ez bi zarokên xwe serbilind im' 2018-10-06 09:19:12   Stêrvan Bêrîtan   MINBIC - Amîna Mihemed a ku lawekî wê di encama êrîşên li dijî DAÎŞ'ê jiyana xwe ji dest da û niha 4 zarokên wê yên din jî li dijî DAÎŞ'ê şer dike got:"Ez bi zarokên xwe serbilind im. Ji bo çeteyên DAÎŞ'ê bi dawî bibin ez ê heta dawî bi têkoşîna zarokên xwe re bim."   Amîna Mihemed a 53 salî  ku lawekî wê di encama êrîşên li dijî DAÎŞ'ê jiyana xwe ji dest da û niha 4 zarokên wê yên din jî li dijî DAÎŞ'ê şer dike got:"DAÎŞ bi tevgerên dijmirovî û bi awayekî hovane bû sedema qetilkirina gelek mirovan. Niha zarokên min li dijî hovdariya DAÎŞ'ê li ber xwe didin. Dilê min bi têkoşîna wan lê dide."   Amîna Mihemed got:"Kurên min gotin em tola xwe li erdê naxin û niha li dijî dijminê mirovatiyê li dijî DAÎŞ'ê li berxwe didin. Em ê dev ji axa xwe bernedin û li ba têkoşîna zarokên xwe cihê xwe bigirin. Kurê min ê ku ji ber mayinên DAÎŞ'ê jiyana xwe ji dest da her dem digot ez ê ji bo axa xwe şehîd bikevim. Ji bo axa xwe gelê xwe wî şer kir û şehîd ket."   'Ez bi zarokên xwe serbilind im'   Amineyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez bi zarokên xwe serbilind im. Ji bo çeteyên DAÎŞ'ê bi dawî bibin ez ê heta dawî bi têkoşîna zarokên xwe re bim. DAÎŞ bi tevgerên dijmirovî û bi awayekî hovane bû sedema qetilkirina gelek mirovan. Niha zarokên min li dijî hovdariya DAÎŞ'ê li ber xwe didin. Dilê min bi têkoşîna wan lê dide."