Komxebata jinên hiqûqnas û çalakvan dest pê kir

  • 11:04 5 Cotmeh 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Komxebata jinên hiqûqnas û çalakvan bi dirûşma "Mîsogeriya mafên jinan bingeha avakirina Sûriyeyek demokratîk e" dest pê kir. 
 
Bi pêşengiya Meclîsa Jinên Sûriyeyê 1'emîn komxebata  jinên hiqûqnas û çalakvan bi dirûşma "Mîsogeriya mafên jinan bingeha avakirina Sûriyeyek demokratîk e" dest pê kir. Komxebatê li Eywana Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest pê kir. Li eywana komxebatê pankarta "Ber bi wekheviya zayendî ya di nava civakê de" hat aliqandin. 
 
Mijarên ku dê werin nîqaşkirin ev in: Li hevkirinên navdewletî û biryarên netewî yên di derbarê jinê de, rewşa jinê ya di zagonên Sûriyeyê de, cihê zagonên jinê yê di Rêveberiya Xweser a demokratîk de û herî dawî jî daxuyaniya bi dawîkirinê dê bê xwendin.