Komxebata jinên hiqûqnas û çalakvan dest pê kir 2018-10-05 11:04:34   KOBANÊ - Komxebata jinên hiqûqnas û çalakvan bi dirûşma "Mîsogeriya mafên jinan bingeha avakirina Sûriyeyek demokratîk e" dest pê kir.    Bi pêşengiya Meclîsa Jinên Sûriyeyê 1'emîn komxebata  jinên hiqûqnas û çalakvan bi dirûşma "Mîsogeriya mafên jinan bingeha avakirina Sûriyeyek demokratîk e" dest pê kir. Komxebatê li Eywana Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest pê kir. Li eywana komxebatê pankarta "Ber bi wekheviya zayendî ya di nava civakê de" hat aliqandin.    Mijarên ku dê werin nîqaşkirin ev in: Li hevkirinên navdewletî û biryarên netewî yên di derbarê jinê de, rewşa jinê ya di zagonên Sûriyeyê de, cihê zagonên jinê yê di Rêveberiya Xweser a demokratîk de û herî dawî jî daxuyaniya bi dawîkirinê dê bê xwendin.