Zarokên li Şehbayê tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin

  • 14:49 3 Cotmeh 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Zarokên li Şehbayê derketin qadan û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Zarokan gotin:"Em dixwazin Rêber Apo" azad bibe."
 
Derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de zarokên li Navçeya Ehreza Şehbayê daketin qadan û helwesta dewleta tirk şermezar kirin û gotin:"Ji bo jiyanek aram divê Rêber Apo azad bibe."
 
Zarokan anîn ziman ku ew ji fikir û felsefeya Abdullah Ocalan qut nabin û gotin:"Em dixwazin Rêber Apo azad bibe. Ji bo jiyanek aram divê Rêber Apo azad bibe. Heta ku Rêber Apo azad bibe em ê têbikoşin."
 
Zarokan dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin.