Zarokên li Şehbayê tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin 2018-10-03 14:49:55   ŞEHBA - Zarokên li Şehbayê derketin qadan û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Zarokan gotin:"Em dixwazin Rêber Apo" azad bibe."   Derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de zarokên li Navçeya Ehreza Şehbayê daketin qadan û helwesta dewleta tirk şermezar kirin û gotin:"Ji bo jiyanek aram divê Rêber Apo azad bibe."   Zarokan anîn ziman ku ew ji fikir û felsefeya Abdullah Ocalan qut nabin û gotin:"Em dixwazin Rêber Apo azad bibe. Ji bo jiyanek aram divê Rêber Apo azad bibe. Heta ku Rêber Apo azad bibe em ê têbikoşin."   Zarokan dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin.