Na ji guhertina Demogerfîka Efîrnê re

  • 16:43 20 Îlon 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Gelê bajarê Qamişlo bi dirûşma "Ji guhertina demografiya Efrînê re na" dagirkirina dewleta tirk a Efrînê şermezar kir.  
 
Gelên bajarê Qamişlo yê  Herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina dagirkirina dewleta tirk a  Efîrnê bi tevlibûna Kongira Star,  TEV-DEM, sazî û dezgehên sivîl û Rêvberiya Xweser, Partiya Yekîtiya Demokeratîk (PYD)  meşek girseyî li dar xist.
 
Meş ji çerxariya Sewamê ya taxa Enteriyê hat destpêkirin û heta gortistana Delîl Saroxan hat berdewamkirin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û şehîdên azadiyê û alên YPJ/YPG'ê hatin hilgirtin.
 
Piştî ku girse rawestiya ji bo pakrewanên azdiyê deqeyek rêz hat gitin û piştre jî axaftin hatin kirin. Di axafitinan de ji bo tevahiya gelê Kurdistanê ev bang hat kirin: " Bila gelê me heta ku Efrînê bê rizgrakirin li ser piyan bin û di çalakiyan de bin. Em soza xwe ya bi pakrewanên azadiyê re her roj nû dikinû em şodarên wan in." 
 
Meş bi dirûşma" Bijî Berxwedana Efîrnê" bi dawî bû.