Mafê dermankirinê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
- 13:18 16 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - zanîn ku Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ku ji ber îşkenceyên dîtiye pirsgirêkên cidî yên tendirûstiyê dijî, piştî cezayê darvekirinê ya lê hat birîn bi gotina “Derketina wê ji zindanê qedexe ye” sewqî nexweşxaneyê nayê kirin.
Li endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) girtiya siyasî Werîşe Mûradî 10’ê Mijdarê li şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi îdiaya “îxaneta li welat” cezayê darvekirinê hat birîn.
Hat zanîn ku piştî cezayê darvekirinê ya lê hatiye birîn Werîşe Mûradî ya li girtîgehê bi zextan re rû bi rû ye di serî de mafê dermankirinê ji hemû mafên xwe bêpar hatiye hiştin.
Rêveberê girtîgehê yê ku berê gotibû bi şertê ku Werîşe Mûradî ku ji ber îşkenceyên dîtiye pirsgirêkên cidî yên tendirûstiyê dijî, mesrefên nexweşxaneyek li derveyî girtîgehê ew bi xwe pêşwazî bike dê sewqa wê ji bo nexweşxaneyê çêbibe, piştî biryar adarvekirinê vê biryarê pêk neanî.