Na ji guhertina Demogerfîka Efîrnê re 2018-09-20 16:43:58   QAMIŞLO - Gelê bajarê Qamişlo bi dirûşma "Ji guhertina demografiya Efrînê re na" dagirkirina dewleta tirk a Efrînê şermezar kir.     Gelên bajarê Qamişlo yê  Herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina dagirkirina dewleta tirk a  Efîrnê bi tevlibûna Kongira Star,  TEV-DEM, sazî û dezgehên sivîl û Rêvberiya Xweser, Partiya Yekîtiya Demokeratîk (PYD)  meşek girseyî li dar xist.   Meş ji çerxariya Sewamê ya taxa Enteriyê hat destpêkirin û heta gortistana Delîl Saroxan hat berdewamkirin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û şehîdên azadiyê û alên YPJ/YPG'ê hatin hilgirtin.   Piştî ku girse rawestiya ji bo pakrewanên azdiyê deqeyek rêz hat gitin û piştre jî axaftin hatin kirin. Di axafitinan de ji bo tevahiya gelê Kurdistanê ev bang hat kirin: " Bila gelê me heta ku Efrînê bê rizgrakirin li ser piyan bin û di çalakiyan de bin. Em soza xwe ya bi pakrewanên azadiyê re her roj nû dikinû em şodarên wan in."    Meş bi dirûşma" Bijî Berxwedana Efîrnê" bi dawî bû.