Bêdengiya navneteweyî ya li dijî dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
- 17:32 19 Îlon 2018
- Rojane
MINBIC - Li Minbicê li dijî dagirkirina dewleta tirk a Efrînê daxuyaniyek hat dayîn û bêdengiya navneteweyî ya li dijî dagirkeriya tirk hat şermezarkirin.
Bi tevli bûna sedan şêniyên bajarê Minbicê yên Herêma Firatê, Sazîyên Sivîl, Meclisa Jinê, Partiya Sûriya Pêşerojê û tevahî sazî û desteyên Rêvberiya xweser û sivîl li dijî dagirkirina Efrînê daxuyaniyek hat dayîn û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî dagirkeriya tirk hat şermezarkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtiyna ji bo pakrewanên azadiyê, hevseroka Meclisa Rêvber Sûzan El Hesen û rêvebra Meclisa Jınê Iptîsam Ebd El Qdir axivîn. Di axavtinê de bêdengiya navneteweyî ya li dijî dagirkeriya tirk a li Efrînê hat şermezarkirin.
Di berdewamiya axaftinan de hat ragihandin ku gelê Rojava û Bakûrê Sûriyê bi hemû neteweyên xwe heta dawî ji bo Efrînê li ser piyan e.
Çakî bi şermezarkirina bêdengiya navneteweyî ya li dijî dagirkerina Efrînê bi dawî bû.