Bêdengiya navneteweyî ya li dijî dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin 2018-09-19 17:32:07   MINBIC - Li Minbicê li dijî dagirkirina dewleta tirk a Efrînê daxuyaniyek hat dayîn û bêdengiya navneteweyî ya li dijî dagirkeriya tirk hat şermezarkirin.   Bi tevli bûna sedan şêniyên bajarê Minbicê yên Herêma Firatê, Sazîyên Sivîl, Meclisa Jinê, Partiya Sûriya Pêşerojê û tevahî sazî û desteyên Rêvberiya xweser û sivîl li dijî dagirkirina Efrînê daxuyaniyek hat dayîn û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî dagirkeriya tirk hat şermezarkirin.   Piştî deqeyek rêzgirtiyna ji bo pakrewanên azadiyê,  hevseroka Meclisa Rêvber Sûzan El Hesen û rêvebra Meclisa Jınê Iptîsam Ebd El Qdir axivîn.  Di axavtinê de bêdengiya navneteweyî ya li dijî dagirkeriya tirk a li Efrînê  hat şermezarkirin.   Di berdewamiya axaftinan de hat ragihandin ku  gelê Rojava û Bakûrê Sûriyê bi hemû neteweyên xwe heta dawî ji bo  Efrînê  li ser piyan e.   Çakî bi şermezarkirina bêdengiya navneteweyî ya li dijî dagirkerina Efrînê bi dawî bû.