'Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan hemû jin li qada bin'

  • 15:35 16 Îlon 2018
  • Rojane
TIL TEMIR - Pêwendiyên Diplomasiyê ya Kongreya Star pêngava sêyemîn a ku bi armanca Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin dewam dike. 
 
Pêwendiyên Kongreya Star pêngava sêyemîn ku bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, dewam dike. Di çarçoveya pêngavê de civîn, daxuyanî û semîner tên organîzekirin. 
 
Li Meclîsa Qibûr Qercina, Pêwendiyên Dîplomasiya Kongreya Star semînerek bi beşdarbûna endam û hevserokên meclîsan, lidar xist. 
 
Endama Rêveberiya Pêwendiyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star Ebla Dawê axivî û wiha got:"Em di pêvajoyek pir girîng re derbas dibin, divê ku hemû jin ji bo azadiya Rêber Ocalan di nav liv û tevgerê de bin. Jina kole ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo xwe azad kir û di civakê de bû xwedî rol, îro divê xwedî li azadiya Rêber Ocalan derkeve." 
 
Eblayê di dewama axaftina xwe de wiha got:"Têkoşîna ku bi salan e dewam dike, îro berhemên wê li Rojavayê Kurdistanê tê xuya kirin. Jinên ku li Çiyayên Azad canê xwe feda kirin rê li ber jinên Rojavayê Kurdistanê vekirin da ku ew jî bibin Pêşengê Şoreşê û dawîkirina koletiya li ser jinê. Jin ji koletiyê ber bi lêgerîna heqîqetê ve ket rê û gav bi gav xwe azad kir. Divê hemû jin ji bo azadiya Rêber Apo asta têkoşînê bilind bikin."
 
Semîner bi pirs û bersiv bi dawî bû.
 
Hêjayî gotinê ye ku di pêngava azadiya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan de wê gelek çalakiyên bi vî rengî berdewam bikin.