Li Antalyayê mirina jinekê ya bi guman

  • 15:28 16 Îlon 2018
  • Rojane
ANTALYA - Di nava qenala avê ya Serikê de jinek mirî hat dîtin. 
 
Li Navçeya Serikê ya Antalyayê welatiyên ku di rê de dimeşiyan dema ku ferq kirin jinek bê tevger di nava qenala avê de ye agahî dan polîs û ekîbên tenduristiyê. Hat diyarkirin ku jina welatiyan ew ji qenala avê derxistiye jiyana xwe ji dest daye û navê wê jî Zehra Îmişler e. 
 
Cenazeyê Zehrayê ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Antalyayê.