Parêzerên hatin binçavkirin li erdê hatin kaşkirin

  • 13:55 16 Îlon 2018
  • Rojane
STENBOL  37’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya îtîraza bertedana parêzerên endamên HHB û ÇHD’ê qebûl kir, derbarê parêzeran de cardinm biryara girtînê da. 5 parêzerên heya niha hatin binçavkirin, anîn Edliya Stenbolê. Parêzerên biryara girtinê şermezar kirin, di  erdê re hatin kaşkirin. 
 
17’ê girtî 20 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a bi KHK’ê hat girtin û Buroya Hiqûqî ya Gel (HHB), piştî li 37’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoya Stenbolê hatin darizandin serbest hatibûn berdan. Lê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê biryara dadgehê îtîraz kir û xwest 17 parêzer cardin bên girtin. 37’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê îtîraza dozger nirxand û derbarê 12 parêzeran de biryara binçavkirinê da. Li ser biryara dadgehê, parêzer Aytaç Unsal, Aycan Çîçek, Engîn Gokoglu, Behîç Aşçi û Ahmet Mandaci di saetên şevê de hatin binçavkirin. 
 
Parêzerên hatin binçavkirin, di saetên serê sibê de anî Edliya Çaglayana Stenbolê. Gelek hempîşeyên parêzeran li edliyê amade bûn. Parêzerên dibin çavan de, ji bo biryara girtinê li rûyê wan bixwînin, anîn qata 29’emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Edliyê. Parêzer li vê derê rûniştin erdê û dirûşmeyên “Bimire faşîzm, bijî têkoşîna me” û “Êrîş dê me têk nebin” berz kirin. Polîsan li ser vê yekê, parêzer bi erdê re kaş kirin û daxistin nezaretxaneyê.