Ji bo Abdullah Ocalan li Serêkaniyê meş hat lidarxisin

  • 10:24 16 Îlon 2018
  • Rojane
SERÊKANIYÊ - Bi dirûşma "Sonda me ye em ê pergala Îmraliyê parçe bikin Rêber Apo azad bikin" li Serêkaniyê ji bo Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin. 
 
Bi pêşengiya Kongreya Star bi dirûşma "Sonda me ye em ê pergala Îmraliyê parçe bikin Rêber Apo azad bikin" li Serêkaniyê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin. Meşê ji ber navenda çand û hunerê ya bajêr dest pe kir heta Qada Şehîdan meşê berdewam kir. Bi sedan welatiyên Serêkaniyê beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. Wêneyên Abdullah Ocalan û pankarta  "Bimre hêza komploger, bijî Serok Apo" hat hilgirtin. 
 
Piştre deqeyek rêz ji bo berxwedêrên azadiyê hat girtin. Piştre li ser navê Kongreya Star a Bajarê Serêkaniyê Rîhan Xelîl axivî û got ku heta Abdullah Ocalan azad nebe dê aştî pêk nê.
 
Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.