Ji bo xaniyên qerekolan dibînin, qedexeya şaneşînê anîn!
- 09:06 16 Îlon 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Piştî qedexeyên derketina derve li her derê qerekol hatine çêkirin û qadên jiyana gel tên tacîzkirin. Xaniyên ku şaneşînê wan li qerekolan dinêrin jî hat hînbûn ku polîsan ji wan re gotine ‘li şaneşînê rûnenin’ û gel diyar dike ku ji ber qerekolan nikarin li derve bigerin û li malên xwe jî ne rehet in.
Li Cizîr a Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û heta 2’ê Adara 2016’an berdewam kir. Piştî qedexe rabû li navçeyê bi dehan qerekolên nû hatin çêkirin. Li her tax û kolanê qerekol hene û dibistan jî bi têlan hatine pêçan ew jî kirine qerekol. Piştî qedexeyê dibistana Lîseya Anadolu ya Ataturk, Lîseya Pîşeyî ya Endustrî, Dibistana Îsmaîl Ebulîz, Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Cizîrê, Midûyeta Riyê Bejayî ya Berê, Parka Dortyol Cumhuriyetê, Girê Seyrî Cizîrê veguherîne qerekolê.
Pêşî, paşî, çep û rastê min: Qerekol!
Çêkirina Qerekolên li taxa Sûrê Girê Caferî Sadik, li taxa Cudî girê li ser kolana Îdîlê, ketina Cizîr- Hezexê, ser riya Kolana Dortyol Yasef temam bû. Şêniyên taxa Cudî diyar kirin ku qerekol nahêlin ew bîhna xwe bigirin û ji ber qerekolên li her çar alî bi şev nikarin derkevin derve û rastî GBT’ê tên.
‘Zarok nikarin bilîzin’
Welatiyan daxuyakirin ku ji ber qerekolên li taxê rojê bi sedan wesayîtên zirxî derbas dibin û zarokên taxê jî ji ber van wesayîtan nikarin li kolanê bilîzin û gotin : “Ligel vê kamera û ronahiyên ber qerekolan hincet hatine nîşandan û polîsan li şaneşînan rûniştin qedexe kirine. Welatiyan got li ser vê nikarin bi rehetî li şaneşînên xwe rûnin.”