'Kurd xwedî mîrasek mezin a têkoşîn û berxwedanê ye'

  • 09:01 16 Îlon 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Endama Dîwana Edaletê a Til Temirê Nadîn Fewaz derbarê polîtîkayên qirkirinê yên ser gelê Kurd de diyar kir ku Kurd xwedî hêz û dîrokek mezin e, kes nikare Kurdan tune bike û got:"Tirkiye, Îran û Rûsya bûne yek û destkeftiyên gelê Kurd hedef digirin. Lê Kurd xwedî mîrasek mezin a têkoşîn û berxwedanê ye. Dê ev têkoşîn û berxwedan her bidome. Em tu carî serî natewînin."
 
Polîtîkayên qirkirinê yên li ser her çar parçeyên Kurdistanê didomin. Têkildarî mijarê de Endama Dîwana Edaletê a Til Temirê Nadîn Fewaz da zanînin ku polîtîkayên ji bo tunekirina nasnameya Kurdan tu carî bi dawî nebûye û got:"Li dijî polîtîkayên qirkirin û tunekirinê têkoşîna demokrasiyê didome. Em ê li dijî faşîzmê her li berxwe bidin."
 
Nadîn Fewaz bi lêv kir ku dema ku mijar dibe Kurd hemû dijminên Kurdan dibin yek û êrîş dikin û got:"Divê em jî li gor êrîşên li ser me, xwe bi rêxistin bikin. Gelê Kurd ê ku bi salan e ji bo nasname û rûmeta xwe têdikoşin di nava şerdên dijwar de li dijî dijminên xwe divê bibin yek. Rejîma Îranê Kurdan îdam dikin. Bi vê yekê dixwazin ku armanca xwe ya qirkirina, çand, dîrok û nasnameya gelê Kurd pêk bîne. Her wiha li Tirkiyeyê jî îktidara heyî daxwaza îdamê dike. Lê ev îdam ji bo siyasetmedaran e, ne ji bo diz û tecawizkaran e. Çimkî diz û tecawizkarên li Tirkiyeyê jixwe li derve ne, ne di girtîgehan de ne. Polîtîkaya Îranê û ya Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan ji hev ne cuda ne. Îktidara dewleta tirk jî daristanên Bakurê Kurdistanê dişewitînin, siyasetmedar û rojnamegerên Kurd digirin. Gorên şehîdan hildiweşîne. Li dijî van polîtîkayên qirêj a esas bê girtin têkoşîn û yekîtiya gelê Kurd e."
 
'Kurd xwedî mîrasek mezin a têkoşîn û berxwedanê ye'
 
Nadînê da zanîn ku êrîşên li ser her çar parçeyên Kurdistanê tên kirin ji hev ne cuda ne û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Li Sûriyeyê jî êrîşên mezin li dijî çand, dîrok û nasnameya gelê Kurd hebû. Lê bi çirûska Şoreşa Rojava serdemek nû dest pê kir. Kurdan rêxistina xwe xurt kirin û hêza parastinê ava kirin. Divê ev şoreş li ser her çar parçeyan pêk were. Divê armanc û wateya yekîtiyê baş bê fêmkirin û Îktîdara Başûrê Kurdistanê destûrê nede Tirkiye ku axa Başûr dagir bike. Tirkiye, Îran û Rûsya bûne yek û destkeftiyên gelê Kurd hedef digirin. Lê Kurd xwedî mîrasek mezin a têkoşîn û berxwedanê ye. Dê ev têkoşîn û berxwedan her bidome. Em tu carî serî natewînin. Li dijî polîtîkayên qirkirin û tunekirinê têkoşîna demokrasiyê didome. Em ê li dijî faşîzmê her li berxwe bidin."