ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2018'AN

  • 09:00 16 Îlon 2018
  • Rojev
*Endama Dîwana Edaletê a Til Temirê Nadîn Fewaz derbarê polîtîkayên qirkirinê yên ser gelê Kurd de diyar kir ku Kurd xwedî hêz û dîrokek mezin e, kes nikare Kurdan tune bike û got:"Tirkiye, Îran û Rûsya bûne yek û destkeftiyên gelê Kurd hedef digirin. Lê Kurd xwedî mîrasek mezin a têkoşîn û berxwedanê ye. Dê ev têkoşîn û berxwedan her bidome. Em tu carî serî natewînin." DÎMEN HEYE
 
*Ji dîrokê heta niha zilim li ser axa Kurdistanê kêm nebûye. Kurdistana bedew, xaka ku ji mirovatiyê re dayiktî kiriye her dem bi êrîşên mezin rû bi rû hatiye hiştin. Ev hîn didome û gelê Kurd li dijî vê yekê bi pêşengtiya jinê li ber xwe dide. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Li Wanê şardariyên ku qeyûm hatine tayînkirin, di dema xebatên restorasyonê ya li ser berhemên dîrokî dike, ji ber ewlehî tune ye, rê li ber mirina mirovan vedibe û mîrateyên çandî yên bi hezaran salî jî di bin navê restorekirinê de têkiliya wan bi paşerojê ve tê qutkirin. DÎMEN HEYE
 
*Aksu Bora diyar kir ku divê di eniya weşanger û xwendevanan de tora rêxistin û piştevaniya nû bê avakirin û wiha got: “Xwendin û nivîsandin bi qasî teslîmî vê piyasê nebe girîng e. Em çi dikin bikin divê em hebûna xwe bidomînin.”
 
*Piştî qedexeyên derketina derve li her derê qerekol hatine çêkirin û qadên jiyana gel tên tacîzkirin. Xaniyên ku şaneşînê wan li qerekolan dinêrin jî hat hînbûn ku polîsan ji wan re gotine ‘li şaneşînê rûnenin’ û gel diyar dike ku ji ber qerekolan nikarin li derve bigerin û li malên xwe jî ne rehet in.
 
*Dr. Samîm Ozen diyar kir ku li hemberî mezinbûna qels a zarokên xwe, bejna wan bi rêk û pêk bişopînin û balkişand ser girîngiya teşîsa zû û got zarokên di mezinbûna wan de pirsgirêk dertê divê nîşanî doktor bê kirin.