Li Hezexê wesayeta zirxî li sê zarokan qewimî!
- 16:45 15 Îlon 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Li Hezexê dema sê xwişk û birayî xwestin ku derbasî hemberî rê bibin wesayeta zirxî ya ku paş de dihat li wan qewimî.
Li Navçeya Hezexê ya Şirnexê do di saetên nîvro de 3 xwişk û bira ku 2 jê keç û 1 jê law bû dema ku xwestin derbasî hemberî rê bibin wesayeta zirxî ya ku paş de dihat li wan qewimî. Li Kuçeya Turgut Ozal, Z.UI, B.UI û Y,UI di bin wesayeta zirxî de man û birîndar bûn.
Welatiyên ku bertek nîşanî bûyerê dan ji aliye polîsan ve hatin belavkirin
Hat hînbûn ku piştî bûyerê welatiyên ku bûn şahidê bûyerê ji bo zarokan rizgar bikin hatin cihe bûyerê. Welatiyan bertek nîşanî polîsên ku wesayeta zirxî bi kar dianîn. Hat diyarkirin ku polîsên tevgera taybet bi zorê welatî belav kirine. Hat hînbûn ku zarokên ku rakirin nexweşxaneya dewletê ya navçeyê di nava rojê de hatine taburcukirin.
Her wiha malbatê nexwest ku derbarê bûyerê de biaxivin.