14 jinên girtî ji Tarsûsê sewqî Xerpêt û Qeyseriyê hat kirin

  • 15:04 15 Îlon 2018
  • Rojane
MÊRSÎN - Rayedarên girtîgehê 14 jinên girtî ji Girtîgeha Tîpa T a Tarusê sewqî girtîgeha Xerpêt û Qeyseriyê kirin. 
 
Zext û tundiya li ser girtiyan berdewam dike. Di milê zext û tundiya li ser girtiyan de herî zêde Girtîgeha Tarsûsê dibe rojev. 14 jinên girtî yên siyasî ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê sewqî girtîgehên Xerpêt û Qeyseriyê kirin. Jinên hatin sewqkirin wiha ne: Fatma Gokhan, Bedîa Kasnak, Ozgul Yasa, Sivekar Ateş, Seyran Demîr, Zeynep Turan, Aycan Ozdogan, Nursel Yigit, Mevlude Guler, Evin Şahin, Zahide Yavuz, Feride Sapçak, Leyla Balta ve Songul Yilmaz.