Çalakiya Kongreya Star a ji bo Efrînê dest pê kir
- 14:00 15 Îlon 2018
- Rojane
ŞEHBA - Di çerçoveya hemleya "Jin ji bo Efrînê serî hilde" Rêxistina Kongreya Star li navçeya Şêrewa konê gireva birçîbûnê vekir.
Bi dirûşma "Yan Efrîn an Efrîn" Kongreya Star bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û daxwaza vegera Efrînê, li Gundê Suxanekê yê Navçeya Şêrewa ya Şehbayê konê greva birçîbûnê hat vekirin. Endamên Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan û hemû gelên navçeyê û gund beşdarî çalakiyê bûn.
Di konê gireva birçîbûnê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên cangoriyên berxwedana serdemê hatin aliqandin û pankartên bi nivîsa " Bi rihê berxwedana Şehîd Avesta Efrîn wê bi ser keve", "Azadiya Rêber Apo misogeriya avakirina Netewa Demokratîk e", "Efrîn warê jinan e jin wê xwedî li Efrînê derkeve" , "Felsefeya Rêber Apo misogeriya netewa demokratîk e" hatin hilgirtin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Berdevka Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Fatme Lekto axivî û got:"Ji bo îradeya gelê Kurd bişkê û demografiya Efrînê bê guhertin dewleta tirk êrîşî Efrînê kir. Lê ew ê tu carî negihêje armanca xwe û gelê Kurd dê her dem li ser piya bin."
Paşê li ser Navê Meclîsa Malbetên Şehîdan daxuyanî ji raya giştî re hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demoktratîk Şêrîn Hesen, Endama Meclîsa Malbetên Şehîdan Xemgîn Hesen bi Kurdî û Erebî hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelên bindest e. Dê ji bo azadiya Rêber Apo bi her awayî têkoşîn bê dayin."
Her wiha li ser navê Meclîsa Malbetên Şehîdan Sureye Hebeş jî axivî û got:"Em wekî dayikên şehîdan em ê heta dawî li têkoşîna wan xwedî derkevin û Rêber Apo azad bikin."
Tê payîn ku çalakiya gireva birçîbûnê wê 3 rojan dewam bike.