'Em ê ji cihê Berfo Kirbayir bidomînin û dev ji lêgerîna Cemîl bernedin'
- 13:00 15 Îlon 2018
- Rojane
STENBOL - Çalakiya 703'emîn a Dayikên Şemiyê ji aliyê Qeymeqamtiya Beyogluyê hat astengkirin û li ser vê yekê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Masîde Ocak hat xwendin. Masîdeyê got:"Em ê ji cihê Berfo Kirbayir bidomînin û dev ji lêgerîna Cemîl bernedin."
Çalakiya 703'emîn a Dayikên Şemiyê ji aliyê Qeymeqamtiya Beyogluyê hat astengkirin û li ser vê yekê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Masîde Ocak hat xwendin. Di daxuyaniyê de li aqubeta Cemil Kirbayir ê ku di 1980'an de di bin çavan de hat windakirin, hat pirsîn. Masîdeyê got:"Qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê ne hiqûqî ye."
Masîdeyê wiha domand:"Em dev ji qada hevdîtinê ya bi windayên xwe ji Galatasarayê bernadin. Bi qedexeyan mafê me yê civîn û xwepêşandanê tê îhlalkirin. Divê ev pêkanîna demildest bi dawî bibe. Em li dijî vê neheqiyê bêdeng namînin. "
'Ji malbatê gotin fîrar e'
Masîdeyê piştre çîroka Cemil Kirbayir xwend û got:"Xwendekarê Enstutiya Perwerdeyê ya Karsê Cemil Kirbayir derbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an, di 13'ê Îlona 1980'an de li mala xwe ya li gundê Goleyê hat binçavkirin. Gelek şahid hebûn ku digotin dema Cemil anîne Mala Çavdêriyê ya Qersê di qomayê de bû. Ji malbata Cemil re hat gotin ku fîrar kiriye. Li gor rapora Komisyona Mafên Mirovan a TBMM'ê ku di dema Serokatiya Tayyip Erdogan de di 2011'an de hatibû avakirin, hat gotin ku Cemil Kirbayir di bin çavan de hatiye îşkencekirin û bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. Bi vê yekê serîlêdana sûc li Serdozgeriya Komara Qersê hatiye kirin. Ji ser serîlêdana sûc 7 sal derbas bû. Lê derbarê berpirsan de hîn doz nehatiye vekirin."
Herî dawî Masideyê wiha got:"Em ê ji cihê Berfo Kirbayir bidomînin û dev ji lêgerîna Cemîl bernedin. Em dev ji qada hevdîtinê ya bi windayên xwe ji Galatasarayê bernadin. Bi qedexeyan mafê me yê civîn û xwepêşandanê tê îhlalkirin. Divê ev pêkanîna demildest bi dawî bibe. Em li dijî vê neheqiyê bêdeng namînin. "
Piştî daxuyaniyê koma ku hatibûn gel hev belav bûn û li avahiya ÎHD'ê bi dengekî bilind strana 'Dayê Min Bibîne' dihat gotin.