Li Semsurê avahiyên dîrokî di bin tehdîdê de ne
- 10:29 15 Îlon 2018
- Rojane
SEMSÛR - Pira Cendere û Tumulusa Karakuş a li navçeya Kolikê ya Semsurê ye ji ber bêhestiyariya welatî û şaredariyê texrîb bûye. Ji ber dînamîtên ji bo HES a li ser çemê Kolikê tê avakirin, tên teqandin jî cihên dîrokî zirarê dibînin.
Semsûr a gelek nirxên dîrokî yên weke Çiyayê Nemrût, Bajarên Antîk ên Perre, Keleha Kolikê, Girê Karakuş ku aydê Şaristaniya Kommagen e, dihewîne nêzî 300 cihên çandî û dîrokî lê hene. Semsûr a wek ‘muzeya hewaya vekirî ye’ bi nirxên xwe yên çandî xwezayî û dîrokî xwedî mîrateyek girîng e. Lê ev warên dîrokî di roja me ya îro de baş nayên parastin û terkî tunebûnê hatine kirin.
Dînamît texrîbatên mezin dike
Tumulusa Karakuş (Beriya Zayînê sedsala yekemîn) ya li navçeya Kolikê ye, abîdeyek aydê malbata Qraliya Kommagene ye. Li ser stûna li alî Başûr dikeve qertel, li ser stunê li alî rojhilat fîgurê şêr û ga û li ser sturên rojava jî fîgura Qral Mîthrîdates ê duyemîn bi xwişka xwe Laodîke re destên hev girtine heye.
Tevî ku li alî Rojhilat, Rojava û Başur her yekê çar stun hatiye çêkirin jî di roja me ya îro de tenê 4 stûn mane. Ji van du heb li alî rojhilat û yek jî li rojava maye. Di 2014’an de li ser çemê Kahta HES tê çêkirin û ji ber teqîna dînamîtan zirarek mezin dîtiye.
Çem ziwa dibe
Li ser çemê Kahtayê tevî hemû bertekan HES tê çêkirin û vê jî çem aniye asta ziwabûnê. Piştî projeya çêkirina HES’ê hat destpêkirin şûnde li qadê Heyeta Dadgeha Îdarî, rayedarên midûriyeta wezareta bajarvanî û derdorê, endezyarên zanîngeha Çukurovayê, zanîngeha Mersînê û ya Semsurê, endezyarên zîratê, endezyarên derdor û jeolojiyê li herêmê lêkolîn kirin û rapora ‘nikare hes bê avakirin’ amade kirin û pêşkêşî dadgeha îdarî ya herêmî a Semsurê kirin. Doza wê hîna didome.
Ji salên 1800’î heta niha li ser piyan e
Yek ji warên dîrokî ya bi heybeta xwe balê dikşîne Pira Cendereyê ye. Ji salên 1800’î heta niha li ser piya ye. Pir li ser çemê Cendere cih digire û ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin tê. Pira dîrokê di asta yekem de qada sît e û ji ber cihê seyranê ye bûye wek sergo. Yên li vir seyranê dikin, derdorê qirêj dikin. Ji ber bêhestiyariya welatî û şaredariyê qad teslîmî çopê bûye.