Hem şahid hem mexdûr: Li cihê hiqûq tune be berxwedan heye
- 10:26 15 Îlon 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Parêzvana mafê mirovan Gunselî Suna Kaya ya piştî darbeya 12’ê îlonê li dijî pêkanînên hikûmetê di nava berxwedanên gel de cih girt got: “Li cihê hiqûq tune be, berxwedan heye. Em ji bo siberojê ne bêhêvî ne. Têkoşîna jinê hêviyê dide.”
Seroka berê ya ÎHD’a Îzmîrê û parêzvana mafê mirovan Gunselî Suna Kaya ji 12’ê îlona 1980’ê heta niha berxwedanên gel ên li hemberî pêkanînên hikûmetan nirxand. Gunselî destnîşan kir ku tevî ku di ser de 38 sal derbas bûye jî darbe li dijî rêxistina sendîkal, têkoşîna lîse û zanîngehan pêk hatiye. Gunselî bi lêv kir ku darbeyê, pêkanîna pakêta aboriyê ya Turgut Ozal di bin navê ‘biryarên 24’ê Çile’ de aniye jî hêsan kiriye û ji xistina pereyên karkeran re, zêdebûna bacê, xurtbûna sermayeyê re jî zemîn ava kiriye.
‘Di şevekê de nehat plankirin’
Gunselî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev darbe di şevekê de nehat plankirin. Beriya Daîreya Îstîxbaratê hatiye plankirin. Hewl hatibû dayîn ku kadroyên pêşeng ên rêxistinên şoreşger bên zelalkirin. Li hember hemû komele, sazî û koperatîfan di heman demê de serdegirtin pêk hat. Rêveberên wan jî di şevekê de xistin girtîgehan.”
‘Girtîgeh veguherîbûn qadên berxwedanê’
Gunselî destnîşan kir ku di 30’ê Adarê de ji ber berxwedana bîranîna Kizildareyê ji kar hatiye dûrxistin û got: “Hemû mamoste endamên Komeleya Piştevanî û Yekbûna Mamosteyan (TOBDER) bûn û ji ber komkujiya Mereşê boykot kirin bi kanûna hejmar 1402 ji kar hatin derxistin û xistin girtîgehan. Piştî darbeyê bi qanûnan cezayên darvekirinê dîsa pêk hatine û li girtîgehan komkujî û îşkence hatine jiyîn. Pêvajoyên binçavkirinê derketibûn 30 rojî. Bi biryara dadger du car dihat dirêjkirin û derdiket 90 rojî. Li dijî zextan li girtîgehan berxwedan zêde dibin.
‘Pêşengên Dayikên Şemiyê…’
Gunselî li ber meclîsê bi dayikên Şemiyê re Dîdar Şensoy, Leman Firtina, Melahat Sarptuna, Mahîde Açan, Hasan Açan, Gulten Akin, Îsmet Pekdemîr re di 1984’an de li ber meclîsê cihê xwe girt û di 17’ê Tîrmeha 1986’an de dîsa ketiye girtîgehê û di wê dîrokê de jî ÎHD hatiye avakirin.
Gunselî di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji wê rojê heta niha rêbazên faşîzmê guherîne û şoreşgeran jî alavên berxwedan û piştevaniyê pêş xistine û ya herî girîng jî di alî eniya jinan de pêşketinên girîng çê bûne.