Cenazeyê di mehekê de hat teşîskirin du sal û nîv şûnde dan malbatê

  • 10:18 15 Îlon 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Cenazeyê Ruken Alparlsan a di dema qedexeya derketina Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wê li goristana bêkesan hatibû definkirin meha borî radestî malbatê hat kirin. Di dosyaya lêpirsînê de hat gotin ku cenaze di Adara 2016’an de hatiye tespîtkirin lê du sal û nîv şûnde ji malbatê re hatiye ragihandin.
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û ev heta 2’ê Adara 2016’an berdewam kir. Yek ji kesên di dema qedexeyê de jiyana xwe ji dest daye Ruken Alpaslan bû. Malbatê mînaka xwînê dabû û encama DNA’yê di meha Tebaxê de derket û cenaze ji goristana Bêkesan a Mêrdînê hat girtin û birin Qesra Serçixan a Nisêbînê defin kirin.
 
Piştî cenaze radestî malbatê hat kirin şûnde dosya dan parêzeran. Di dosyaya lêpirsînê ya hîna berdewam dike de derket holê ku dema cenaze hatiye dîtin mehek şûnde mînakên DNA’yê bi malbatê re heman bûye lê du sal û nîv şûnde agahî dane malbatê.
 
Navnîşana cihê hatiye dîtin şaş li dosyayê bi cih kirine
 
Di doza hatiye vekirin de tê diyarkirin ku di 9’ê Sibata 2016’an de di lêgerîna li Taxa Cudî de 3 cenaze ku yek ji van jin e hatiye dîtîn û bi van cenazeyan re li heman herêmê 27 cenaze hatine dîtin. Di dosyayê de tê gotin cenazeya berê li avahiya hejmara C-3185 hatiye dîtin, piştî mehan şûnde hat gotin ku li avahiyek din bi bombeyek ku pîma wê nehatiye kişandin hatiye dîtin.
 
Bi hinceta bîhn didin negirtin otopsiyê
 
Bi Rukenê re ji taxê 17 cenaze tên derxistin û ji bo otopsiyê dibin Nexweşxana Dewletê ya Mêrdînê. Di 13’ê Sibata 2016’an de bi hinceta dolabên vala tune ye 5 cenaze li derve hatine hiştin û ev di girtekan de jî cih digire. Di pêvajoya li nexweşxaneyê hatine sekinandin de ji 17 cenazeyan 3 heb nasnameyên wan hatine tespîtkirin û radestî malbatan hatine kirin. 14 hebên din li nexweşxaneyê tên sekinadin. 5 cenazeyên çend rojan li derve dimînin jî çend roj şûnde bîhn didin û li ser vê yekê bêyî otopiyê li goristana bêkesan tên definkirin. 
 
Cenazeyên ku Ruken jî di nav de piştî kar û barê otopiya wan tê kirin şûnde di 1’ê Adara 2016’an de ji nexweşxaneyê tên girtin û li goristana bêkesan tên definkirin. Lê tevî ku Ruken tê definkirin û DNA’ya wê bi malbatê re li hev derdikeve  jî du sal û nîv şûnde agahiyê didin malbatê. Li ser vê parêzeran serlêdana sûc kirin.