Hêzên Rejîma Îranê Aktivîsta Kurd kir bin çavan
- 17:11 14 Îlon 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat hînbûn ku hêzên Rejîma Îranê aktivîsta Kurd Sureya Xidir û 2 zarokên wê kir bin çavan.
Li Bajarê Sînêyê yê Rojhilatê Kurdistanê di encama serdegirtana malan de hêzên Rejîma Îranê aktivîsta Kurd Sureya Xidir û 2 zarokên wê kir bin çavan. Ji Navenda Mafên Mirovan a Rojhilatê hat ragihandin ku do serê sibehê hêzên rejîma Îranê bi ser mala Sureya de girtine.
Hat diyarkirin ku Sureyayê parêzkara mafên zarokan e û endama Saziya Xêrê ya Sineyê (Rocyar Kurdistan) ye.