Sê mêrên bersûcê îstismara zayendî hatin girtin

  • 11:54 14 Îlon 2018
  • Rojane
TOKAT - Sê mêrên ku li Navçeya Erbaa zaroka berasteng bi îstismara zayendî rû bi rû hiştin hatin girtin û şandin girtîgehê.
 
Hat diyarkirin ku li Navçeya Erbaa Tokatê sê mêran zaroka berasteng bi îstismara zayendî rû bi rû hiştiye. Di encama îstismarê de zaroka berasteng ji ber ku ducanî dimîne dayika wê gilîyî polîsa dike. Di encama gilîkirinê de hat hînbûn ku mêrên bi navê A.B, M.Ç, û S.G zarok îstismar kirine. Di çarçoveya lêpirsînê de M.Ç., S.G, A.B. hatin binçavkirin. Piştî karê îfadeyê ji aliyê dadgehê ve ji ber sûcê îstismara zayendî hatin girtin û şandin Girtîgeha Tipa T ya Çamlibelê.