'Ji bo siberojek azad em di nava tifaqê de ne'

  • 09:03 14 Îlon 2018
  • Rojane
Orîvan Ebdo/ Delîa Axîn
 
ŞENGAL - Şandeya ku ji Şengalê berê xwe dabû Bexdayê vegariyan Şengalê. Di nava şandeyê de jinan jî cihê xwe girtin. Jinên bi navê Rîham Hesan û Nefiya Mêşo li ser çûyina şandeyê ya Bexdayê axivîn û gotin:"Em dixwazin Êzidî êdî neyên çewisandin. Ji bo siberojek azad em di nava tifaqê de ne."
 
Bi armanca çareserkirina pirsgirêkên Êzidiyan şandeyek ji Şengalê çû Bexdayê û vegeriya. Jinên ku di nava şandeyê de cihên xwe girtin gotin:"Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Êzidiyan hestiyariyek mezin a gerdûnî lazim e. Em hêvî dikin ev hevdîtina dê bibe sedema rojên xweş."
 
'Em hêvî dikin ku ji bo Êzidiyan rojên xweş û geş bên avakirin'
 
Jina bi navê Rîham Hesan got:"Êzidî herî dawî bi fermanek gelek dijwar rû bi rû ma û Bexda li dijî vê yekê bêdeng ma. Gelek pêdiviyên me hene. Loma me xwest ku em wekî heyetekê biçin Bexdayê û vana nîqaş bikin. Piştî fermanê Êzidiyan xwe bi rêxistin kirin. Saziyên xwe yên civakî, hêza xwe ya leşkerî, meclîsên xwe yên gel ava kirin. Em dixwazin hêzên leşkerî yên YBŞ û YJŞ di fermiyetê de bên naskirin. Hevdîtinên me yên bi Bexdayê erênî derbas bû. Em hêvî dikin ku ji bo Êzidiyan rojên xweş û geş bên avakirin."
 
'Ji bo siberojek azad em di nava tifaqê de ne'
 
Her wiha Nafiya Mêşo jî wiha got:"Piştî fermanê Êzidî ev çar sal in ku li Çiyayê Şengalê di nav şerdên dijwar de dijîn. Heta niha hikumeta Iraqê ji bo Êzidiyan tu xizmet nekiriye. Dewletên desthilatdar dixwazin ku Êzidiyan tune bikin. Êzidî heta vê demê bi hêza xwe li ser piyan sekinîne. Em dixwazin Êzidî êdî neyên çewisandin. Ji bo siberojek azad em di nava tifaqê de ne. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Êzidiyan hestiyariyek mezin a gerdûnî lazim e. Em hêvî dikin ev hevdîtina dê bibe sedema rojên xweş."