'Em ê heta dawî xwedî li ziman û hebûna xwe derkevin'

  • 09:01 14 Îlon 2018
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
TIL TEMIR - Mamosteyên Dibistanên Dayikê yên Kurdî û Erebî diyar kirin ku xwendin çeka  herî mezin a li hember nezanîbûnê ye û gotin: "Em ê heta dawî xwedî li ziman û hebûna xwe derkevin."
 
Mamosteyên Dibistanên Dayikê yên Kurdî û Erebî bal kişandin ser girîngiya zimanê dayikê û parastina wê û gotin ku ziman hebûn û nasnameya mirovan a neteweyî ye divê heta dawî xwedî lê derkevin û hînî zimanê xwe bibin. 
 
Mamosteya bi navê Nûra Mihemed anî ziman ku perwerde û parastina zimanê dayikê civakê pêş dixe û wiha got:"Perwerde û xwedîderketina zimanê dayikê divê em her dem di rojevê de bihêlin. Me feydeyek mezin ji perwerdeyê dît. Ji bo nifşekî xwedî ehlaq û serkeftî perwerde şerd e. Em bi hêvî ne ku malbat hemû zarokên xwe bişînin dibistanan û di temenê biçûk de zarokan nexebitînin. Em naxwazin ku siberoja zarokan tarî bibe. Zarokên xwe ji nezanîbûnê biparêzin."
 
'Em dixwazin nifşekî xwedî exlaq pêk were'
 
Mamosteya bi navê Hida Salim spasiya desteya perwerdeyê kir û wiha got: "Em spasiya desteya perwerdeyê dikin ku şansek da me bi vekirina dewreyên perwerdehiyan. Di perwerdeyê de mirov gelek pêş dikeve û zane dibe. Em jî di riya van perwerdeyên ku tê de derbas dibin em dixwazin zarokan perwerde bikin heta ku karibin siberojek azad ava bikin . Em ji malbatên zarokan re dibêjin ku zarokên xwe ji xwendinê qut nekin, bila zanebin û bila bibin xwedî kesayetek baş û weke mamoste erka me ye ku em xwedî li zarokan derkevin. Em ê heta dawî xwedî li ziman û hebûna xwe derkevin."