ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2018'AN

  • 09:00 14 Îlon 2018
  • Rojev
* Mamosteyên Dibistanên Dayikê yên Kurdî û Erebî diyar kirin ku xwendin çeka  herî mezin a li hember nezanîbûnê ye û gotin: "Em ê heta dawî xwedî li ziman û hebûna xwe derkevin."
DÎMEN HEYE
 
*Şandeya ku ji Şengalê berê xwe dabû Bexdayê vegariyan Şengalê. Di nava şandeyê de jinan jî cihê xwe girtin. Jinên bi navê Rîham Hesan û Nefiya Mêşo li ser çûyina şandeyê ya Bexdayê axivîn û gotin:"Em dixwazin Êzidî êdî neyên çewisandin. Ji bo siberojek azad em di nava tifaqê de ne."
 
* Malbatan diyar kirin ku li cenazeyên HPG û YJA STAR’ê yên li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tên sekinandin îşkence hatiye kirin û gotin nêzî 60 cenazî jî li goristana bêkesan hatiye definkirin.
 
*Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay diyar kir ku piştî zîrveya ku Rûsya, Îran û Tirkiye tevlî bûye şûnde, Serokomar Tayyîp Erdogan bi devê xwe îtîraf kiriye ku piştgirî dane DAIŞ'ê û komên girêdayê wê û wiha got: “Ev rêxistinên ku Tirkiyeyê xwedî kiriye, wê ji bo gelên Tirkiyeyê pirsgirêkên nû ava bike.”DÎMEN HEYE
 
*Yilmaz Kahraman ku di mêjiyê wî de ûr heye û bi salane surgunê girtîgehên cuda tê kirin, emeliyatên wî jî tên taloqkirin. Ji ber vê rewşa Yilmaz her diçe giran dibe. Xwişka wî Remziye Kahraman wiha got: “Gurçikên wî naxebitin. Dest û lingên wî mezin bûne. Her tiştî ji bîr dike. Em banga hestiyariyê li rayagiştî dikin.”DÎMEN HEYE
 
*Esnaf Fatma Akçal diyar dike ku ji ber krîzê karê wan qet nabe û wiha got: “Berhemên ku berê bi 10 TL dihat niha bi 25 TL tê. Ji bo em qezenc bikin, berhema me berê 15 TL difrot em niha neçar dimînin bi 30 TL bifroşin. Dema wisa dibe jî kes tiştekî nakire.”DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara Dergulê Berîvan Kutlu diyar kir ku li Şirnexa ku qeyûm tayînî hemû şaredariyên wê bûye ev du sale tu xizmet nayê kirin û got wê li ser esasa daxwazên ge ji bo hilbijartinên herêmî xwe amade bikin.DÎMEN HEYE
 
*Ebrar Sultan Başar diyar kir ku wek jinek trans rastî newekheviya civak û dewletê tê û ji ber vê ji kar tê derxistin û wiha pê de çû: “Herî zêde vê desthilatdariyê li hember min newekhevî kiriye. Ez çûm nexweşxaneyê doktorê wê zîhniyetê ez derxistim derve. Polîsê wê zîhniyetê ez biçûk xistim. Ev sûcê kê ye? Ez hewl didim di vê jiyana ku hikûmetê zehmet kiriye de bijîm.”
DÎMEN HEYE