'Min li erdê kaş kirin û cilên min ji min kirin'

  • 14:53 13 Îlon 2018
  • Rojane
ENQERE - Sinem Oguz di dema ku ew ê beşdarî rûniştina li Enqereyê biba li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê lêgerîna tazî lê hat ferzkirin û hat derbkirin. Sînemê tiştê ku jiya ji malbata xwe re vegot û xwest ku yên ew derb kiriye derbarê wan de lêgerîna hiqûqî dest pê bike. 
 
Girtiya bi Sinem Oguz di 9'ê Îlonê de ji bo rûniştinê ji Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê anîn Girtîgeha Jinê ya Enqereyê. Sinem Oguz di dema ku ew ê beşdarî rûniştina li Enqereyê biba li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê lêgerîna tazî lê hat ferzkirin û ji aliyê gardiyanan ve hat derbkirin. Sinemê tiştên ku jiyaye di serdema hevdîtina heftane ya telefonê de ji malbata xwe re ragihand. Sinemê xwest ku ji bo ferzkirina lêgerîna tazî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bide. 
 
'Min li erdê kaş kirin û cilên min ji min kirin'
 
Sinemê wiha behsa tiştên jiya kir:"Ji bo rûniştina 10'ê Îlonê ya li Enqereyê di 9'ê mehê de ez anîn Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Enqereyê. Gardiyanan ez birim odeya lêgerînê û xwestin ku ez hemû cilên xwe derxim. Min jî got ez hemûyan dernaxim ev dikeve nava lêgerîna tazî. Min pîvana vê yekê ya hiqûqî ji wan re vegot lê fam nekirin. Gotin em ê destûra dozgeriyê bigirin lê tu belge negirtin. Piştre êrîşî min kirin û cilên min derxistin. Min li erdê kaş kirin. Di laşên min de birîn derket holê. Bi solên xwe pê li cilên min kirin. Ev hemû tişt li pêş çavên jandarma û fermandaran pêk hatin."
 
'Berê bi bijîk re hevdîtin kiribûn'
 
Sinemê da zanîn ku dema ew çû ye bijîşk, bijîşk bi awayekî ku rûmeta wê bişkîne ew pêşwazî kiriye û got:"Dema ku cilên min bi zorê ji min kirin, piştre bi zorê li min kirin û ez dîsa derb kirin. Dema ku min birin bijîşk, bijîşk baş li min mêze nekir. Berî ku hemşîre min têxe hundir nîv saetekê bi gardiyanan re axivî. Darb raporiyek sivik da min. Piştre rapor dan gardiyanan jî. Qaşo min gardiyan derb kiriye. Lê ya ku hatibû derbkirin ez bûm." 
 
'Cihê ku ez lê hatim sekinandin gelekî qirêj bû'
 
Sinemê bi lêv kir ku dema ku ew anîne girtîgehê dîsa heqaret li wê kirine û odeya ku ew lê dane sekinandin gelekî qirêjbûye û got ku ew ê ji bo vê yekê serîlêdan sûc bike. 
 
Sinemê da zanîn ku ew ê wekî girtî van helwestên ku rûmeta mirovan dişkîne qebûl nekin û ew ê hemû mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînin.